Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
BERLÎN
Hat ragihandin ku Almanyayê piştgiriya perwerdeya eskerî ya ku dide hêzên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) berwext da sekinandin.
Di daxuyaniya ku ji Wezarata Parastinê ya DYAyê ji bo nûçegihanê AAyê hat dayîn de hat piştrastkirin ku navber dan piştgiriya perwerdeya ku didan pêşmergeyan.
Di daxuyaniyê de ji bo hinceta rawestandina perwerdeya eskerî jî rageşiya ku van rojên dawîn li Kerkûkê diqewime hat nîşandan.
Hat gotin ku ji bo eskerên alman tu rewşên xeternak tue û hat diyarkirin ku geşedan ji nêz ve tên şopandin û di têkoşîna dijî DEAŞê de bi mitefîkan re di nav têkiliyê de ne.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hêzên pêşmergeyan temînat dan hikûmeta Almanyayê ku dê çek û cebilxaneyên ku ji Almanyayê sitandin tenê di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê de bi kar bînin.
Almanya di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê de di sala 2014an de biryar dabû ji bo ku perwerdeyê bide hêzên HKIyê yekîneyeke perwerdeyê ya eskerî bişîne herêmê.