Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres der barê rageşiya eskerî ya li Kerkûkê de bangî hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê kir ji bo ku pevçûn û rageşî zêde nebin bila pêngavên bi kordîne biavêjin.
Stephane Dujarrîcê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di brifînga çapemeniyê ya rojane de got ku Guterres ji nêz ve geşedanên li Kerkûkê dişopîne.
Dujarrîc got "Sekreterê Giştî Guterres bangî hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê dike ji bo ku pevçûn û rageşî zêde nebe, qanûn û nîzam xira nebe bi kordîne pêngavan biavêjin."
Dijarrîc da zanîn Guterres diyar kir ku divê alî qeyranê bi hev re bi rê ve bibin û hemû pirsgirêkên berdest bi rêya diyalogê û li gor Destûra Bingehîn a Iraqê bên çareserkirin û qal kir ku ji ber operasyonên eskerî yên li bakurê Iraqê ji duh êvarê ve bi hezaran mirov ji cihên wan hatin kirin.