09 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da jetên Fermandariya Hêzên Esmanî li bakurê Sûriyê dijî hedefên DAEŞa rêxistina terorê operasyon li dar xist û di operasyonê da 5 avahiyên ku cebilxane û baregeh tê da bûn, hatin îmhakirin, li gor tesbîtên ewil 7 terorîst jî hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hat dayîn, li bakurê Sûriyê herêmên Tughalî, Barîgîdah, Muraygîl, Raîl û Şuvayrînê hedefên DAEŞa rêxistina terorê hatin tesbîtkirin.
Fermandariya Hêzên Esmanî li herêmê operasyona esmanî pêk anîn û 5 avahiyên ku cebilxane û baregeh tê da bûn, hatin îmhakirin, li gor tesbîtên ewil 7 terorîst jî hatin kuştin.
Piştî operasyonê jet vegeriyan baregehên xwe.
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ya li hember rêxistina terorê DAEŞê ya li bakurê Sûriyeyê de 5 avahiyên din ên wek mewziya xweparastinê dihatin bikaranîn jî bi operasyona asîmanî ya duyemîn ve hatin imhekirin.