13 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
QAHÎRE
Li Misrê Teşkîlata Xwişk û Birayên Misilman (Îxwan) di salvegera 4emîn a valakirina meydanên Rabîa û Nahdayê ji bo têkoşîna aştiyane peyama sedaqetê da.
Serokê Konseya Rêbertiya Îxwanê Muhammed Bedîî ye û ji ber ku hê girtî ye, Mahmud Îzzet şûna wî wezîfeyê dike. Îzzet daxuyanî da û wiha got: "Têkoşîna berxwedan û aştiyane ya Îxwanê, ew parast ku meylî şîdetê neke an jî bê hêvî nebe."
Îzzet diyar kir ku "Rabîa" sembola azadiyê ye û bang kir, 14ê tebaxê roja ku xwîn rêjandin û mirov bela kirin, were îhyakirin.
Bi milyonan kes ji bo piştgiriyê bide Serokomar Muhammed Mursiyê ku bi derbeyê ji wezîfeyê hat dûrxistin, li meydanên Nahda û Rabîayê civiyabûn. Bi milyonan xwepêşandêran 48 rojan li ber xwe da, lê di 14ê tebaxa 2013an da xwîna wan hat rêtin. Li gor reqamên Îxwanê di komkujiyan da 2 hezar û 600 kes hatibûn kuştin, 7 hezar kes jî birîndar bibûn.