Sevim Hatun
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku Telafera bajarê tirkmena yê ku di destê DEAŞa rêxistina terorê de ye, ji aliyê milîsên Heşdî Şabiyê û hêzên artêşê va hat dorpêçkirin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Hevpar ên Iraqê Tuggeneral Yehya Resûl ji Sabah a rojnameya nîvfermî ya welêt re wiha got: "Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabiyê, ji bo Telafera dikeve aliyê rojavayê Mûsilê ji DEAŞa rêxistina terorê paşva bistînin, herêm dorpêç kirin."
Resûl got ku piştî alîkariya lojîstîk a ku didan DEAŞê hat birîn, herêm hat dorpêçkirin.
Resûl ji bo li Mûsilê rewşa dawî ya DEAŞê wiha axivî: "Wextê ku Telafer û Iyadî tevî bajaroka Muhallebiyeyê ji DEAŞê werin xilaskirin, em dikarin bibêjin tevahiya wilayeta Mûsilê hat xilaskirin."
Li Mûsilê operasyonên dijî DEAŞê di 10 tîrmehê de temam bûn, piştî vê hatibû ragihandin ku yekeyên artêşê wê operasyona xilaskirina Telaferê li dar bixin. Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de ragihandibû ku amadehiyên ji bo operasyonê temam bûn.
DEAŞa rêxistina terorê, Telafera 63 kîlometre dikeve aliyê rojavayê navenda Mûsilê di 16ê Hezîrana 2014an de dagir kiribû. Piraniya niştecihên herêmê tirkmen in.