Elif Orhan
26 Sibat 2016•Rojanekirin: 27 Sibat 2016
ADANA
4 balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Erebistana Siûdî li baregeha hewayî ya li Încîrlika Edeneyê danîn.
4 balafirên F-15 ên Hêzên Hewayî yên Erebistana Siûdî yên ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê de piştgirî bide hêzên koalîsyonê li Fermandariya Baregeha Şaxa 39emîn a li Încîrlikê danîn.
Hêzên Hewayî yên Erebistana Siûdî demek beriya niha jî personel û melzeme şandibûn baregehê.