SILÊMANÎ
2yemîn Forûma Silêmaniyê ya li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat lidarxistin bi dawî bû. Gelek siyasetmedar, dîplomat, rojnamevan û akademisyenên ku ji welatên cuda beşdarî forûmê bûn û di forûmê de li ser pêşeroja Rojhilata Navîn nîqaş kirin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salihê ku moderatoruya forûma ku Zanîngeha Amerîkayê ya Silêmaniyê amade kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo em nîşanî dinyayê bidin da ku di tayinkirina pêşeroja Rojhilata Navîn de kurd him aktor in him jî mafê wan ê axaftinê heye."
Salih got ku gelek şexsiyetên girîng beşdarî forûmê bûne û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê ji Iraqê ewledartir e. Êdî kurd di siyaseta li Rojhilata Navîn de hêzdar in. Êdî em jî dikarin projeyên nû amade bikin û pêşkêşî herêma xwe bikin."
Balyozê berê yê Bexdayê yê Tirkiyeyê Mûrad Ozçelîk jî di forûmê de axivî û got ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê herêmê de piştî xebatên domdirêj hatiye amadekirin û pêkan nîne ku ev polîtîka zûbizû bê guhertin.
Ozçelîk got ku Tirkiye welatekî demokratîk e û wiha dewam kir: "Rêbazên demokratîk yên saziyên me hene. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê herêmê de encax li gor pêdiviyên welatiyan tên guhertin."
Roja yekemîn Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Serokwezîrê HKIê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Xoşyar Zebarî û Wezîrê Perwerdeya Bilind ê Iraqê Elî Edîb beşdarî forûmê bûbûn.