SELAHADDÎN
Serpel Mihemed Ekberê li bajarê Selahaddînê dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji du kesên ku mirine yek polês e û navê wî Nûrî Bayram e.
Ekber daxuyand ku kesên ku rûyên wan nûxumandî piştî ku êrîş kirin bi motorsîkletê ve ji cihê bûyerê revîn.
Ji hêla din hat diyarkirin ku artêşa Iraqê terorîstekî ji rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (IŞÎD) û xelqê Sûriyeyê kuşt û 3 kes jî binçav kir.
Li gor çavkaniyeke ewlekariyê, hêzên ewlekariyê û welatî bi hev re tevgeriyan û tespît kirin ku endamên IŞÎDê plan kirine ku ji sînor derbasî welêt bin.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de endamên IŞÎDê reviyan aliyê Sûriyeyê, lê çek, teqemenî, mayin, bombeyên destan, nasnameyên sexte û hin pereyên wan hatin bidestxistin.