QÛDIS
Hat ragihandin ku Îsraîlê li Behra Gevez dest da ser keştiyeke Îranê ya ku dibêjin tê de rokêtên teknolojik hene û dibe Xezayê.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku yekîneya bi navê Şayetet-13ê duh bi şev 1500 kîlometreyî dûrî Îsraîle operasyonek kir û di operasyonê de dest da ser keştiyeke Îranê û keştî bir bêndera Elîatê ya ku li başûrê Îsraîlê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di keştiyê de rokêtên bi navê 302m yên ku sala 2006an de di şerê Libnanê de Hîzbullahê bi kar anîbû, hene û qedera 200 kîlometreyî menzîla wan rokêtan heye. Tê gotin ku ev rokêt di nav torbê çîmentoyê de hatine veşartin.
Tê îdiakirin ku ev rokêt bi balafiran ve ji Sûriyeyê şandine Îranê, ji wir jî bi keştiyan ve dibirin Sudanê. Li gor daxuyaniyê heke operasyon nehata kirin keştiyê dê roja pêncşemê xwe bigîhanda Sudanê û rokêtên ji wir jî bişandina Xezayê.