QAHÎRE
Li gor nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan ya Femî ya Misrê (MENA) Dadgerê Lêpirsînê Hasan Samîr bi hinceta ku bi tevgera Hamasê re sixûriyê kiriye û çalakiyên li dijî dewletê li dar xistiye 15 roj cezayê hepsê da Mursî.
Bi hinceta sûcdarkirinên cur bi cur cezaya Mursî di 15 rojan carekî de dikare bê nûkirin. Mehkûmiya serokomarê berê Hisnî Mibarek jî bi heman awayî hatibû nûkirin.
Berdevkê Teşkîlata Îxwanê Cîhad el-Haddad û ji serokên Hamasê el-Berdewî bertek nîşanê vê biryarê dan. Cîhad el-Haddad ragihand ku rejîma berê heyfa xwe distîne. el-Berdewî jî anî ziman ku dixwazin bi van sûcdarkirinan navê Hamasê bixin di nav bûyerên Misrê. Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-Mun jî got ku bila Mursî serbest berdin.