09 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya harekata dijî hedefên terorê yên li bakurê Sûriyê da duh bi obus, hawan û roketavêjên pirserî va 416 hatin avêtin û 102 hedefên DAEŞê hatin îmhakirin
Li gor agahiyên ku Hêzên Çekdar ên Tirk dan, DAEŞa rêxistina terorê di serî da, ji bo berterefkirina tehdîtên rêxistinên terorê, ewlhiya hidûd û piştgiriya hêzên koalîsyonê Harekata Mertalê Feratê dewam dike.
Di roja 47emîn a harekatê da li xeta Azez-Raiyê Grûbên Hêza Wezîfeya Taybet ku ji hêzên mixalif pêk tên, keşîf kirin. Hedefên ku hatin tesbîtkirin, bi obus, hawan û roketavêjên pirserî va hatin gulebarankirin, harekata esmanî hat kirin.
Endamên DAEŞa rêxistina terorê xwestin ku bikevin Aktarîn û Turkmen Baritya ku di destê mixalifan da ye, lê Leşkerên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) nehiştin û pevçûn derket. Di pevçûnê da 14 endamên rêxistinê hatin kuştin. Duh di pevçûnan da jî 2 mixalif şehît bûn, 19 mixalif birîndar bûn.
Bi wasiteyên kewş û çavdêriyê 102 hedefên DAEŞê hatin tespîtkirin û 322 carî bi Obusên Bahozê, 40 carî bi roketên pirserî, 36 carî bi hawanan û 18 carî jî bi tankan hedef hatin lêdan. Di operasyona Artêşa Sûriyeya Azad a ku piştgiriya wê tê kirin da hedef hatin jinavbirin.
- Firokeyên cengê lêdan
Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî 4 bombe avêtin ser 4 hedefên li Duwaybik û Aktarînê. Bi operasyona asîmanî va 4 bînayên ku terorîstan bi armanca xweparastinê diemilandin, hatin jinavbirin.
Hêzên hevpeymanê jî li Aktarîn, Turkmen Bari û Hazwanê li dijî hedefên tespîtkirî 10 hemleyên asîmanî îcra kirin. Firokeyên cengê 17 terorîst kuştin, wesayîtek û 3 bîna ji navê birin.
Di çarçoveya hemleyê da unsûrên muxalif heya niha hezar û 10 kilomêtrokare ax kontrol kirin, di 47 rojî da 28 mayîn û hezar û 23 teqemeniyên destçêkirî pûç kirin.