Esra Taşkın
21 Hezîran 2023•Rojanekirin: 22 Hezîran 2023
Li herêma 5emîn a Parîsa paytextê Fransayê ji ber qaçaxiya xazê teqîn çêbû û 16 kes birîndar bûn.
Alîkarê Şaredarê Herêma 5emîn a Parîsê Edouard Cîvel ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ragihand ku li Taxa Val de Graceyê ji ber qaçaxiya xazê teqîn çêbû.
Cîvel destnîşan kir ku ji ber teqînê agir bi gelek avahiyan ket û tîmên agirkujiyê midaxaleyî şewatê dikin û ji welatiyan hat xwestin ku bila ji devera teqînê dûr bisekinin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ragihand ku li herêmê şewata di kuçeya Saint-Jacquesêyê dest pê kiribû dewam dike û tîmên agirkujiyê midaxale dikin.
Di çapemeniya Fransayê da jî hat gotin ji ber teqînê herî kêm 16 kes birîndar bûn û avahiyek jî hilweşiya.
Serdozgeriya Parîsê ragihand ku sedema teqînê ya teqez hêj nediyar e.
Li ciyê bûyerê 230 endamên agirkujiyê û 9 jî doxtor wezîfe dikin.