Ferizat Kaya
2017 ж. 17 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 18 қыркүйек
TORONTO
Bi hezaran kes li bajarê Torontoya Kanadayê kom bûn û qetilkirina misilmanên Arakanê yên li Myanmarê protesto kir.
Li Torontoyê bi hezaran Myanmarî li baxçeyê Parlamentoya Eyaleta Ontarioyê kom bûn. Misilmanên li bajêr dijîn çalakî li dar xist û Federasyona Xaçparêzan jî piştgirî da protestoyê.
Ji Organîzatorên çalakiyê Huwaida Pervez-Khan, di çalakiyê da axivî û sipasiyên xwe ji Turkiyeyê re şand. Pervez-Khan, got: "Em tiştên ku Turkiye ji bo Arakanê kir, tu carî ji bîr nakin."
Piştî axaftinan dia hatin kirin.
Li Amerîkayê protestoya ji bo Arakanê
- Bi sedan xwepêşander li Chîcagoyê kom bûn û qetlîamên li hember misilmanên Arakanê protesto kirin.
Li Chîcagoya bajarê Amerîkayê qetlîamên ku rêvebiriya Myanmarê li Arakanê misilmanan dike, hat protestokirin.
Bi sedan xwepêşander yên ku gelekê wan ji misilmanan pêk tê li ber Federal Plazayê kom bûn û bangî cîhanê kirin ku bila rêvebiriya Myanmarê bidin sekinandin.
Di xwepêşanê de gelek kes axivîn û bertek nîşanî qetlîaman dan.
Piştî axaftinan komê dirûşmên wek "Bila qetlîama Rohîngyayê dawî bibe", "Em edaletê dixwazin, niha", "Ma gelê Rohîngyayê ne însan in?" berz kirin.
Xwepêşan qasî 2 saetan dewam kir. Wesayîtên ku li herêmê derbas dibûn jî piştgîrî dan xwepêşanderan.
Artêşa Myanmarê bi hinceta li hember milîtanên biçek têkoşînê dide êrîşî sivîlên Arakanê dike. Ji 25ê tebaxê vir va di van êrîşan de bi hezaran misilman mirin.
Ji ber ku rêvebiriya Myanmarê destûrê nade ku bikevin herêmê, hejmara sivîlên ku mirine teqez nayê zanîn. Di êrîşan de ji 150 zêdetir gund ji hêla artêşê û budîstên nijadperest va hatin şewîtandin. Bi deh hezaran misilmanên arakanî ji ber tirsa canê xwe hewl didin ku herîn Bangladeşê.