Dinya

Li Endonezyayê erd bi lerza 6,2yê hejiya: 35 mirî

Haydar Şahin  | 15.01.2021 - Rojanekırın : 15.01.2021
 Li Endonezyayê erd bi lerza 6,2yê hejiya: 35 mirî

Jakarta Raya

Li Majeneya bajarê Sulawesiya Rojava ya eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 6,2yê hejiya, 35 kes mirin.

Di daxuyaniya Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li Majeneyê di saet 01.28an da erd bi lerza 6,2yê hejiya.

Li gor xebera malpera Kumparanê, Darno Majîdê Serokê Ajansa Afatê ya Sulawesiyê diyar kir ku li Majeneyê di saet 01.28an da erd bi lerza 6,2yê hejiya, hetanî nika tesbît kirin ku 35 kes di erdhejê da mirin.

Majîd destnîşan kir ku di erdhejê da 10 xanî tep bûn, kêmzêde 100 xaniyan jî zirar dît.

Di erdhejê da hetanî niha 837 kes birîndar bûn û ji 15 hezarî zêdetir kes texliyeyî herêmên ewledar kirin, ekîb li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Walîtiya Sulawesiya Rojava diyar kiribû ku di nexweşxaneyekê da xisar çêbû, di ceyran û xeta ragihandinê da kêmasî çêdibin.

Rayedarên Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofizîkê jî diyar kirin ku hetanî nika 26 erdhejên piçûk çêbûn, ji ber xetereya tepbûna avahiyan ji welatiyan xwestin ku bira ji avahiyên bilind dûr bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın