Muhammet Kurşun
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
ANKARA
Rêxistina terorî PYD/PKK piraniya sînorê Tirkiyê yê digel Sûriyê îşxal kir û ji bo Enqereyê bû tehdîdeke serekî di warê ewlehiyê de. Bicihbûna terorîstên li Efrînê bajarên sînorî, herekata Mertala Feratê û plana kêmkirina aloziyê li Îdlibê dixe xeterê. Herwiha potansiyela wê yekê heye ku rêxistina terorî bi piştgiriya Amerîkayê derbasî Behra Spî bibe.
Navçeya Efrînê li goşenîgaha rojavayê bakurê Sûriyê dikeve û yek ji navçeyên herî mezin ên Helebê ye.
Efrîn bi wîlayetên wek Hatay û Kîlîsê re hevsînor e û ber bi Çiyayên Amanosê yên Hatayê ve vedibe.
Di serdema şerê navxweyî yê Sûriyê de ku 2011an bi serhildana xelkê li dijî rejimê dest pê kir, Efrîn bû penageha rêxistina terorî ya PYD/PKKê.
Hebûna rêxistina terorî li Efrînê bi piştgiriya rejima Beşşar Esed û desteka taktîkî ya Rûsyayê, herwiha arîkariya Amerîkayê ya li rojhilatê Çemê Feratê bi mirûra demê bihêztir bû.
Rêxistin bi piştgiriya Amerîkayê bilez mezin bû û halê hazir ji sedî 65ê sînorê Sûriye-Tirkiye di bin îşxala xwe de digire.
- Wîlayetên sînorî di bin tehdîdê de ne
Çiyayên Efrînê ku berdewamiya Çiyayên Amanosê yên li Hatayê ne, ji bo navçeya Efrînê îmkana parastineke tebîî çêdike.
Wek din serdestiya fîzîkî ya Çiyayên Efrînê wê îmkanê dide rêxistina terorî ku navenda Kîlîsê û beşeke muhîm ya Hatayê ji xwe re bike hedef û van deran topbaran bike.
Amerîka ji Nîsana 2016an pê ve çekên wek roketavêjên pirlûle, rampayên moşekan, hawinên 80 û 120 mm, MK19 bombeavêj, M4 Cabrine û M16 tivingên piyade, BGM-71, moşekên antîtank TOW, wesayitên eskerî bi curê Humwee, neferhilgirên bi curê Cougar, wesayitên çavdêriya esmanî yên bêmirov û moşekên Antî-tank Javelin FGM-148 bo rêxistina terorî şandin.
Efrîn ji bo rêxistinê navendeke muhîm e ku korîdora ji sînorê Iraqê dest pê dike bigihîne Behra Spî.
Tirkiyê bi Mertala Feratê qismen rê li ber vê girt lê bi saya têkiliyên digel Esed rêxistin ji Iraqê heta Efrînê bi rehetî çûnûhatinê dike.
Efrîn, ji bo rêxistinê goşenîgaheke serekî û heyatî ye.
Li gor muxalifan ku piranî ji Artêşa Azad a Sûriyê teşkîl dibin PYD dixwaze Ezazê jî bi dest bixe û peywendiya bi Kobanê re qewî bike.
Îdlib li ber PYD/PKKê ji bo gihîştina Behra Spî wek dîwarekî li başûr e.
Eger Esed û hêzên bi piştgiriya Îranê xeta berevaniya li Îdlibê bişkînin dê PYD ji wir ber bi Behra Spî ve pêşde biçe.
Loma jî çûna Artêşa Tirkiyê bo Îdlibê û avakirina nuqteyên çavdêriya agirbestê li hesabê rêxistinê nehat.
Rêxistinê piştî destpêkirina çalakiyên Artêşa Tirkiyê ev ûnsûr her daîm tacîz kirin û êriş birin ser wan.
Eger Tirkiye Efrînê ji destê rêxistina terorî derxîne dê îhtimala pêşveçûna ber bi Behra Spî ve jî berbiav biçe.
Herwiha dê sivîl jî bikaribin vegerin malên xwe û ji penaberiyê xelas bibin.
Amerîkayê ragihand ku ew haziriyê dikin bi navê Hêza Ewlehiya Sînor PYD/PKKê bikin artêş û nîşan da ku rêxistinê diparêze.
Eskerên Amerîkayê li Efrînê xwe nîşan nadin û ev yek jî Efrînê li hemberî Tirkiyê qelstir dike.