Di êrîşa çekdarî ya li Îranê de 25 kes mirin
Jimara kesên ku di êrîşa çekdarî ya ku li Ehwaza bajarê Îranê hat kirin de mirin derket 25an, jimara birîndaran jî derket 60î.
Tahran
TEHRAN
Jimara kesên ku di êrîşa çekdarî ya ku li Ehwaza bajarê Îranê hat kirin de mirin derket 25an, jimara birîndaran jî derket 60î.
Televîzyona dewletê ya Îranê eşkere kir ku di êrîşa terorê ya ku merasima derbasbûna eskerî ya ku ji ber salvegera şerê Îran-Iraqê li bajarê Ehwazê hat kirin hedef girt de mirin derket 25an, jimara birîndaran jî derket 60î.
Hat diyarkirin ku ji miriyan albayek û serpelek jî di nav de 17 kes esker in yên din jî sivîl in.
Berdevkê Komîsyona Siyaseta Derve û Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê Elî Necefî jî eşkere kir ku dê di civîna ku sibê bê kirin de li ser êrîşa li Ehwazê bisekinin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.