Muhammet Kurşun
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
TEHRAN
DEAŞa rêxistina terorê îdia kir ku êrîşa li Ehwaza bajarê Xûzistana eyaleta Îranê wê kiriye.
Rayedarên Îranê berpirsyariya êrîşa di dema merasima salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê da hat kirin avêtibû ser rêxistina El Ehwaziyeyê lêbelê DEAŞa rêxistina terorê berpirsyarî hilda ser xwe.
Amaqa medyaya DEAŞê diyar kir ku rêxistinê berpirsyariya êrîşa li Ehwazê hilda ser xwe. Di xeberê da hat îdiakirin ku Hesen Rûhaniyê Serokê Îranê jî li dewsa bûyerê bû.
Lêbelê Rûhanî wekî îdiaya DEAŞê li Ehwazê nebû, li merasima li Tehranê bû. Malpera Amaqê paşê îdiaya xwe serast kir û diyar kir ku Rûhanî beşdarî merasima li Ehwazê nebû. Di malpera rêxistinê da tu dîmenekî êrîşê nehat weşandin.
Remezan Şerîfê Berdevkê Mihafizên Şoreşa Îranê destnîşan kiribû ku êrîşa li bajarê Ehwazê bi destê rêxistina El Ehwaziyeyê hat kirin.
Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê jî gotibû berpirsyariya êrîşa li Ehwazê li ser Amerîkayê û piştgirên terorê yên herêmî ye.
Eniya Demokratîk a Gelê Ehwazê ya bi navê El Ehwaziyeyê tê nasîn wekî rêxistina ku dixwaze li başûrê rojavayê Îranê îdareyeke serbixwe ya Ereban ava bike tê zanîn.
Îro şebeqê êrîşa çekdarî biribûn ser merasima salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê ya li Ehwaza bajarê Xûzistana eyaleta Îranê, di êrîşê da 24 kes hatibûn kuştin û 53 kes jî birîndar bibûn.