Dinya

Împaratorê 126emîn ê Japonyayê Naruhito derket ser text

Naruhitoyê Împaratorê Japon: "Ez soz didim ku li gor makezagonê tevbigerim, weke sembola yekîtiya dewletê û gelê Japon ez ê berpirsiyariyên xwe bi cih bînim"

İbrahim Atmaca  | 22.10.2019 - Rojanekırın : 22.10.2019
Împaratorê 126emîn ê Japonyayê Naruhito derket ser text

Beijing

 Naruhitoyê Împaratorê 126emîn ê Japonyayê bi merasimê derket ser textê xwe yê "kasımpati"yê.

Li gor Kyodoya ajansa nûçeyan a Japonyayê, Naruhitoyê Împaratorê Japon li Tokyoyê di Qesra Împaratoriyê da bi merasimeke kevneşopî va derket ser textê împaratoriyê yê ”Takamikura"yê. Masakoya Împaratorîçeya Japon jî derket textê Miçoodaiyê.

Ji 190 welatî û ji saziyên navneteweyî nêzî 2 hezar kes beşdarî merasimê bûn. Ji Tirkiyeyê jî Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy beşdarî merasimê bû. Naruhitoyê 59 salî di merasimê da wiha got, "Ez soz didim ku li gor makezagonê tevbigerim, weke sembola yekîtiya dewletê û gelê Japon ez ê berpirsiyariyên xwe bi cih bînim."

Hikûmeta Japon diyar kir, piştî ku Naruhito li ser text rûnişt, li tevahiya welêt seba 550 hezar girtiyan efû hat derxistin. Efû ji bo binpêkirinên trafîkê û hîleyên hilbijartinê ye.

Akihitoyê bavê wî dema ku di 1989an da derketibû ser text, seba 2 milyon û nîv mehkûman efû hatibû derxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın