Haydar Şahin
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ANKARA
Huseyn Emir Ebdillahiyanê Alîkarê Taybet ê Laricaniyê Serokê Meclisa Îranê got îdiayên ku dibêjin Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî hatiye kuştin ji hêviyan dûr nînin lêbelê ew ê di vê mijarê da li benda encama lêkolîna li ser bûyerê ya Tirkiyeyê bisekinin.
Ebdilahiyanê ku daxuyanî da "El-Yewm" a televizyona Rûsyayê got îdiayên ku dibêjin Kaşikçiyê bi destê Erebistana Siûdî hatiye kuştin ji hêviyan dûr nînin.
Ebdillahiyan wiha axivî: "Em ê di mijara Kaşikçî da li benda encama lêkolîna li ser bûyerê ya Tirkiyeyê bisekinin."
Kaşikçiyê ku tevkarî dida El Watana ji bo reformîstên Erebistana Siûdî platformeke girîng e û di rojnameya Washîngton Postê da li ser Rojhilata Navîn dinivîsî di 2yê cotmehê da ji bo karûbarên fermî çûbû Konsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û paşê jê xeber nehatibû hildan.
Di nirxandinên çavkaniyên ewlekariyê da tê teyîdkirin ku Kaşikçî piştî ketiye Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî careke din ji hûndir derneketiye, çavkaniyan tesbît kirin ku di heman saetan da 15 kesên welatiyên Erebistana Siûdî yên di nav wan da rayedar jî hene bi 2 teyareyan hatin Tirkiyeyê jî li avahiya serkonsolosxaneyê bûne û paşê vegeriyane welatê xwe.