Haydar Şahin
05 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2019
Li Îdirê 5 hezar zarokên qet neçûne sînemeyê ew ê li sînemeyê fîlman temaşe bikin.
Projeya "Zarokên Neçûne Sînemeyê Nemînin" ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Çand û Turîzmê li Îdirê dewam dike.
Di çarçoveya projeyê da hedef ew e ku 5 hezar zarokên li gundên Îdirê dijîn û hetanî nika qet neçûne sînemeyê li sînemeyê fîlman temaşe bikin.
Xwendekarên her roj ji xwendingehekê tên hildan tînin Sînemeya Cînegoldê ya li avahiya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Îdirê li vê derê garisên teqandî û avê didin û bi wan fîlman didin temaşekirin.
- Gelê herêmê eleqeyê nîşan dide
Deya Taşkinsu Pamuka Midûra Çand û Turîzmê ya Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî projeyê dide.
Pamukê got ji bo zarok li sînemeyê fîlman temaşe bikin çi ji destê wan tê dikin û wiha pê da çû: "Midûriyeta me û Sînemeyên Cînegoldê ya projeyê rêva dibe bi hev ra xizmetê didin xwendekarên me. Em fîlman bi xwendekarên me yên bi mamosteyên xwe ra tên didin temaşekirin."
Pamukê got zarok cara ewil e diçin sînemeyê û wiha pê da çû: "Armanca vê projeyê ew e ku zarokên ku qet neçûne sînemeyê nemînin. Xwendekarên tên vê derê û cara ewil sînemeyê dibînin gelekî kêfxweş dibin. Dê û bavên xwendekaran jî bertekên baş nîşan didin. Şahiya zarokan merivan kêfxweş dike."
- Hetanî nika 2 hezar û 500 zarok hatin sînemeyê
Bulut Balkîsê Serokê Koma Sînemeyê ya Sînemeyên Cînegoldê jî diyar kir ku hemû kesên sînemeyê didin xebitandin ên li welêt bi wezaretên eleqedar ra di çarçoveya projeyê da dixebitin û zarokan tînin sînemeyê.
Balkîs destnîşan kir ku li Îdirê hetanî îro 2 hezar û 500 xwendekarî li sînemeyê fîlm temaşe kirin û wiha pê da çû: "Zarokên ku qet neçûne sînemeyê dema sînemeyê dibînin û fîlman temaşe dikin şaş û metel dimînin, kêfxweş dibin. Em jî bi wan ra kêfxweş dibin."