Türkan Tosun
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Pervîn Ersoya jina Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ji bo ku turîzma welêt pêşva here û piştgiriyê bide hin komeleyên alîkariyê bi navê "Em bi navdarên bajêr ra li bajêr digerin" xebatek da destpêkirin.
Di çarçoveya vê projeyê da hunermend û navdarên ji Şanliurfayê hatin bajêr û ew bi hev ra cihên dîrokî û turîstîk ên bajêr geriyan.
Pervîn Ersoy û rêber Saffet Emre Tonguç di çarçoveya vê xebatê da bi kesên navdar ra çûn Gola Masiyan, Girê Mirazan, Heran û Muzeya Şanliurfayê.
Ersoy ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku turîzma welêt pêşva here Tirkiye bê nasandin wan ev proje dane destpêkirin.
- "Armanca me ew e ku turîzma navxweyî pêşva here"
Ersoy got kesên navdar ên ji Şanliurfayê Bulent Înal, Ferhat Goçer, Mahmut Tuncer bi Seyyal Taner, Ayşegul Aldînç û Asuman Dabak ra hatine Şanliurfayê û bi hev ra li bajêr geriyane.
Ersoy wiha axivî: "Me bi Denizliyê dest pê kir, bi hunermendên xwe va em wê derê geriyan. Rawestgeha me ya duyem jî Şanliurfa ye ku me li vir jî tiştên baş dîtin. Hunermendên me jî pir kêfxweş in, reng dane gera me. Ji bo kesên vê derê nizanin ez bibêjim cihekî wisa ye ku divê bê dîtin e, tesîreke mezin li ser min çêdike ev bajêr. Ji ber ku sala 2019an sala Girê Mirazan e mirov divê teqez bên vir û herî kêm carekê bibînin. Armanca me ew e ku em 81 bajaran bigerin. Em difikirin vê gerê li Enqereyê biqedînin. Armanca me ew e ku turîzma navxweyî pêşva here."