Fatih Gazioğlu
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Şanliurfayê Bedîr Gulê ku bi navê "Bavê Tîrîdê" tê nasîn bi saya terîfa ku ji bavê xwe hinbûye tehmeke cuda dide tîrîdê.
Tîrîd (avgoşt), li Şanliurfayê xwarineke navder e. Xwarina tîrîdê piranî di dawet û rojên taybet tê çêkirin. Li bajêr jimara hosteyên ku xwarina tîrîdê çêdikin her roj kêm dibe.

Bedîr Gulê (70) ku li Sûka Haşimiyeyê xwarina tîrîdê çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tîrîd xwarina Şanliurfayê ye û herî zêde li vê derê tê çêkirin.

Gul got ku berê ev xwarin di dawetan de piranî ji hêla zilaman ve dihat çêkirin û wiha axivî:
"Xwarinên berê mixabin êdî li bajêr zêde nayên çêkirin. Eleqeya ji bo van cureyên xwarinê her roj kêm dibe. Ez tîrîdê li gorî terîfeke taybet çêdikim. Ji bav û mezinên xwe hinî vê terîfê bûm. Ev çendin sale ez vê xwarinê bi vê terîfa taybet çêdikim. Mişteriyên min xwarina me gelekî diecebînin. Xwarina tîrîdê ya herî xweş divê ji goştê berxan bê çêkirin. Divê goşt di qûşxaneyên sifir da qasî 10 saetan bikele. Xwarina tîrîdê ji siheta însan re jî gelekî baş e. Bitaybetî zivistanê dijî nexweşiyan merivan diparêze. Divê nifşên nû jî hinî van xwarinan bibin û bixwin."