BÎTLÎS
Parlementerê Bitlîsê yê AK Partiyê Vedat Demîroz û Şaredarê Bitlîsê Fehmî Alaydin li ser terasa Girikê Şerîfbeyê xwarin dan 150 mamosteyên nû.
Ev bernameya xwarinê ji bo mamosteyên nû hat lidarxistin, Demîroz jî di vê bernameyê de diyar kir ku mamoste pêşeroja welat in û wiha dewam kir: "Em zarokên xwe teslîmî we dikin. Hûn hêviya welatê me ne. Bitlîs bajarekî pir xweş e û ji bilî xwendinê çareyeke vî bajarî tuneye. Ji ber ku we tayîna xwe da Bitlîsê ez ji we hemûyan re spas dikim û di wezîfeya we ya nû de ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim."
Şaredarê Bitlîsê Fehmî Alaydin jî li ser dîroka Bitlîsê rawestya û wiha pê de çû: "Hûn hemû bi xêr hatin bajarê me. Em zarokên xwe emanetî we dikin lewra pêwistiya herêma me bi xwendinê heye. Ji ber ku hûn hatine Bitlîsê ez ji we re spas dikim."