Çand û huner

Li Diyarbekirê konsêra bav û keçê rastî eleqeyê hat

Aydın Arik  | 20.04.2024 - Rojanekırın : 26.04.2024
Li Diyarbekirê konsêra bav û keçê rastî eleqeyê hat

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Turîzmê da bav û keçê konser dan.

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Turîzmû ya ku ji hêla Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr va li Kompleksa Muzeya Îçkaleyê ya li navçeya Sûrê hat lidarxistin da Farhat Badurê ku ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê hat û keça wê konsera keman û klarnetê dan.

Alîkarê Walî Îlyas Ozturk , Qaymeqamê Çinarê Muhammed Fatîh Gunlu û Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Sebahattîn Genç jî beşdarî çalakiyê bûn û çalakî rastî eleqeyeke mezin hat.

Bav Badur got ji ber ku li Diyarbekirê ye gelekî kêfxweş e û li sehneyê rastî eleqeyeke mezin hatin.

Badur got ku bi keça xwe Yagmurê ra enstruman lê dixin û got ku "Zarokekî min tenê heye, ez dixwazim ku ew ji bo welat, gel bibe ewladekî bi xêr. Ez gelekî serbilind im ku bi keça xwe ra derdikevim ser heman dikê. Me li bajarên cuda yên Tirkiyeyê konser dan, em ji muzîkê hez dikin. Niha tekane daxwaza min ew e ku keça min ji bo keçên ku di jiyana xwe da kemanê nedîtine bibe mînak."

Yagmur Badurê jî got ku 11 sal e li kemanê dixe û bi bavê xwe ra derdiekve ser heman dikê û hem amadehiya konservatuvarê dike hem jî perwerdeya kemanê dide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın