Çand û huner, Xeberên saziyî

Îsal di pêşbaziya Îstanbul Photo Awardsê da wêneyên ji Xezeyê derketin pêş

Aişe Hümeyra Akgün  | 23.04.2024 - Rojanekırın : 24.04.2024
Îsal di pêşbaziya Îstanbul Photo Awardsê da wêneyên ji Xezeyê derketin pêş

Istanbul

 Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz di sala 10emîn da serkeftiyên pêşbaziya Îstanbul Photo Awardsê nirxand.

Karagoz diyar kir îsal di pêşbaziyê da wêneyên ku sûcên şer yên ku rêvebiriya Îsraîlê li Xezeyê dike ji raya giştî ra radigihînin derketine pêş û wiha got: "Juriya ku ji kesên di warê wêneyê da di asta navneteweyî da derdikevin pêş pêk tê, wêneyê Mohammed Salemê wênegirê Reutersê layiqî xelata 'Wêneyê Salê' dît. Gelek nûçegihanên mîna Salem bi dil û can komkujî û sûcên mirovahiyê li Xezeyê ji dinyayê ra ragihandin."

Serdar Karagoz destnîşan kir ku di Îstanbul Photo Awards 2024an da erdhejên di 6ê Sibata 2023yan da jî derketin pêş û wiha got: "Welatê me par ji ber erdhejên 6ê Sibatê êşeke mezin dît. Îsal ji qada navneteweyî gelek wênegir bi wêneyên erdhejê û hevkariya piştî erdhejê nîşan didin beşdarî pêşbaziya me bûn. Juriya me di beşa Nûçeyên Tekane da ji ber wêneyên wî yên erdhejê xelata sêyemînê da Adem Altanê ji Agence France-Pressê, di kategoriya Nûçeyên Birêz da jî xelat da Jacob Ehrbahnê wênegirê Polîtîkenê. Xelata Wênegirê Ciwan jî da Sameer Al-Doumy yê ji AFPyê."

Karagoz daxuyand ku di nav wênegirên ku bi ser ketine da kesên navdar ên cîhanê yên wekî John Stanmeyer, Adam Pretty û Mads Nîssen, her wiha ji Endonezyayê bigire heta Îtalyayê ji gelek welatên cuda rojnamevanên serbixwe jî hene.

Serdar Karagoz diyar kir ku ew ê di sala 10emîn a Istanbul Photo Awardsê da li gelek deverên cîhanê pêşangehan vekin, çalakiyên nûjen li dar bixin û hemû wênegirên ku di pêşbirkê da bi ser ketine jî pîroz kir.

Karagoz bal kişand ku wêneyê nûçegihanê wêneyan ê New York Timesê Samar Ebu Elouf di beşa Nûçeya Tekane da xelata duyemîn girt û anî ziman ku di wêne da xuya dike ku kameramanê AAyê Mihemed el Alulê 4 zarokên wî di êrîşên Îsraîlê da hatine kuştin di hembêza xwe da dergûşa xwe digire.

Karagoz wiha got: "Bi vê minasebetê ez ji bo birayê me Mihemed el Alul sersaxiyê dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.