Çand û huner

Li Çiyayê Nemrûdê sezona turîzmê vebû

Orhan Pehlül  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 23.04.2024
Li Çiyayê Nemrûdê sezona turîzmê vebû

Adıyaman

 Li Şûnwarê Dîrokî yê Çiyayê Nemrûdê ku dikeve nav sînorên Kahtaya navçeya Adiyemanê û her wiha di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye, sezona turîzmê vebû.

Ekîbên Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Parêzgehê û xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Perreyê li Çiyayê Nemrûdê qurnefîl dan ziyaretvanan û girîngiya şûnwarên qedîm rave kirin.

Alîkarê Walî Mehmet Tigli di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da got ku sezona turîzmê bi xêr be.

Tigli bal kişand ku ew îsal li bendê ne ku gelek ziyaretvan bên herêmê û wiha dewam kir, "Di tetîla eydê ya 9 rojan da bajarê me 45 hezar ziyaretvan ezimandin. Ev der destinasyoneke pir mezin e, em serbilind in ku turîstên xwemalî û biyanî diezimînin."

Ziyaretvan Erkan Olmez diyar kir, ew ji Stenbolê hat Çiyayê Nemrûdê ku avabûna rojê temaşe bike.

Simon Pusebestiyê Fransî jî got, dema ew derket serê Çiyayê Nemrûdê, wî zehmetî kişand, lêbelê ew ji peykerên qerase muesir bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın