Heskîfê di betlaneya cejnê da mazûvaniya hejmarek gelek geştiyaran kir
Batman
Heskîfa navçeya Batmanê di Cejna Remezanê da jî bi berhemên dîrokî yên li Heskîfê bala geştiyarên ji her aliyê welat dikişîne.
Di betlaneya cejnê da geştiyarên ku hatin bajarê dîrokî yê li keviya gola bendavê, li berhemên dîrokî yên weke Gora Îmam Ebdulle, Gora Zeynel Beg, Hemama Artuqî, Keleha Heskîfê, Muzexaneya Heskîfê, Mizgefta Rizqê geriyan û fotograf kişandin.
Ji ber qerebalixiya geştiyarên cejnê esnaf jî kêfxweş bûn.
- "Armanca me ew e em Heskîfê di geştiyariyê da bînin asta hêja"
Ji esnafên navçeyê Sal^İh Înaloz ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew ji qerebalixiya geştiyaran kêfxweş in.
Înaloz destnîşan kir ku di meha Remezanê da wan kargeh xistibû venûjeniyê û xwe ji cejnê ra amade dikir û got, "Li navçeyê bi boneya 9 rojên betlaneya cejnê, qerebalixiyek heye. Em hêvî dikin di dahatûyê da jî ev seredan bidomin. Armanca me ew e em Heskîfê di geştiyariyê da bînin asta hêja. Em ji ber mazûvaniya mêvanan û geştiyaran gelekî kêfxweş in."
Mustafa Îdilê ku li navçeyê rêbertiya geştiyaran dike jî anî ziman ku her çiqas di meha remezanê da navçe bêdeng bû, lê di betlaneya cejnê da geştiyaran eleqeyeke mezin nîşanî wêderê dane."