Türkan Tosun
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 24 Hezîran 2017
MÛSIL
Rêxistina terorê DEAŞê li Mûsila bajarê Iraqê mizgefta dîrokî ya mezin a Nûrê û mînareya wê teqand.
Korgeneral Ebdulemîr Yarullahê ku di Fermandariya Operasyonên Mûsilê de wezîfedar e di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Dema hêzên me 50 mêtro li dûr bûn DEAŞa rêxistina terorê li Mûsilê mizgefta dîrokî ya mezin a Nûrê û mînareya wê teqand."
Yarullah ev êrîş wek sûcekî mezin bi nav kir û got hêzên ewlehiyê hewl didin ber bi mizgeftê va herin.
Rêxistina terorê di hezîrana 2014an de Mûsil bi dest xistibû. Serokê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî li vê mizgeftê xilafet îlan kiribû.
Navê taxa ku mizgeft lê ye jî wek Taxa Mizgefta Mezin tê zanîn.