Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Kepeza girêdayî Antalyayê di merasîma vekirina komî û merasîma hîm danîna salona sporê ya ji bo 10 hezar kesan de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku dê li Antalyayê mizgîniyeke pir girîng bide xwendevanên zanîngehê û wiha got: "Dema ku me dest bi wezîfeyê kir li Tirkiyeyê bi tenê 450 hezar xwendevanan burs an jî kredî hildidan. Mîktara krediyan çi bû? 45 lîre û ev jî ji sê mehan heta sê mehan dihate dayîn. Niha li giştiyê Tirkiyeyê hejmara xwendevanên ku burs û krediyê hildidin bû çi hûn dizanin? Milyonek û 340 hezar. Wekî ku hûn dibînin asta wan gihîşte milyonekî. Ew di mehê de çiqasî hildidin? 280 lîre. Em ji bo xwendevanên ku di Saziya Yurdan ê Krediyê de dimînin re jî ji bo xwarinê 200 lîre didin. Ji bo xwendevanên lîsansa bilind 560 lîre, ji bo xwendevanên doktorayê 840 lîre. Lê îro ez eşkere dikim ku em dê ji 1ê çileya paşîn a 2014an pê ve milyonek 452 hezar 363 xwendevanan re burs an jî kredî bidin. Mîktara 280 lîreyî dê bibe 300 lîre. Pereyê ku ji bo xwendevanên lîsansa bilind dihate dayîn 560 lîre bû ew dê bibe 600 lîre. Ji bo xwendevanên doktorayê 840 lîre dihat dayîn, ew jî dê bibe 900 lîre. Yanî em ji sedî 567 hejmara bursan zêde dikin.
- "Tirkiye her tim rekoran dişkîne"
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku di 9 mehên îsal de ji tûrîzmê 24,5 milyar dolar hatiye qezenckirin û wiha got: "Înşallah heta dawiya vê salê em dê ji 30 milyar dolarî zêdetir qezenc bikin û rekorê bişkînin."
Erdogan got ku deynê IMFê qediya ye û wiha axivî: "Niha ew ji me deyn dixwazin. Me li hev kir û em dê 5 milyar dolar deyn bidin wan. Mirov wiha dibe welatê mezin, wiha dibe dewleta mezin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Em dibêjin bi tenê dewletek. 780 hezar kîlometrekareyê ve bi tenê dewletek. Axa Komara Tirkiyeyê, welatê me yê tekane ye. Tu kes nikare operasyonan, emeliyatan bike. Dema kir ew dê dewleta me, hikûmeta me li hember xwe bibine. Ew dê hêzên me yên ewlekariyê bibîne."