Bekir Aydoğan
28 Îlon 2023•Rojanekirin: 29 Îlon 2023
Komeleya Pîşesaz û Karsazên Misteqil (MUSÎAD) li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê şaxa xwe vekir.
Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li ser platforma medyaya civakî Xê der heqê mijarê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Me digel Serokê Giştî yê MUSÎADê Mahmut Asmali şaxa MUSÎADê ya Hewlêrê vekir."
Di parvekirinê da her wisa ji bo Serokê Şaxa MUSÎADê ya Hewlêrê Enwer Abdullah û ekîba wî daxwaza serkeftinê hat kirin.
Serokê Giştî yê MUSÎADê Mahmut Asmali jî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê da wiha got, "Ez hêvî dikim ku şaxa me ji bo bazirganiya herdu welatan bibe wesîleya xêrê."