İbrahim Torlak
29 Îlon 2023•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2023
Li Kercewsa navçeya Batmanê komkirina behîvan dest pê kir.
Li navçeya Kercewsê hilberînerên dest bi komkirina behîvan kirin, piştî ku ji qalik derdixin, behîvan li ber tavê radixin ku ziha bibin.
Baxvan Mecit Biçen wiha got, "Behîvên min serê sibehê kom kirin, em tînin malê, qalikê wan dişkênin. Paşê jî em behîvan li ser pîneyan li ber tavê radixin û hişk dikin. Em qederekê ji bo xwarina xwe cuda dikin, yê ma jî em li bazarê difiroşin. Îsal ber û berhemdariya baxan baş e."