15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
MÛŞ
Li Sunguya bajaroka Mûşê fabrîqeyeke tekstîlê ya ku bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) hatibû avakirin, dest bi îxracatê kir.
Midûrê şaxa firotinê ya fabrîqayê Baykal Akarsu ji nûçegihanan re daxuyand ku wan farbrîqe par vekirine, îsal mal difroşin Almanya, Fransa, Îspanya, Kanada û Swîsreyê.
Akarsu got ku heta niha wan bihayê 200 hezar ewro îxracat kirine, li kargehê 60 kes dixebitin lê armanca wan ew e ku hejmara xebatkaran bigihêje 300î.
Akarsu got ku ew niha bi temamî ji bo îxracatê dixebitin û wiha axivî: "Ji hêla ewlehiyê ve tu pirsgirêk tune. Em vê ji hemû karsazên ku dixwazin veberhênanê bikin re dibêjin. Em bendê ne ku werin herêmê veberhênanê bikin. Ji hêla xebatkar û îstîxdamê de jî tu pirsgirêk tune."