Sabri Yıldırım
20 Gulan 2023•Rojanekirin: 25 Gulan 2023
Li Mûşê ji ber barana ku îsal barî cotkar hêvîdar in û li bendê ne rekolteya berên reşandine gorî salên borî zêdetir be.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Gun li nav zeviyên li benda bêderê ne geriya, daxuyanî da rojnamegeran û bi bîr xist ku Deşta Mûşê di qada çandiniyê da him ji bo herêmê û him jî ji bo Tirkiyeyê yek ji qadên çandiniyê yên girîng e.
Di berdewamiya axaftina xwe da Gun got ku bihara îsal baran xweş barî û wiha domand: "Em li bendê ne ku bêdera genim û ce îsal zêdetir bi ber bereket be."
Ji cotkaran Ahmet Demir jî diyar kir ku wî sala par 20 donim zevî kir genim û îsal jî li 40 donimî genim, ce, ket û pincar ajot û wiha domand: "Ez îsal li bendê me ku dahat ji sedî sed zêde be. Bi saya piştgiriya dewlet dide wê dahata cotkarên me îsal wê zêdetir be."