20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2017
DAVOS
Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, der barê bûyerên Sûriyê de got: "Sedemê trajediya Sûriyê Esed e. Qebûlkirina çareseriyeke ew di nav de be ne mumkin e. Emrîkayê wezîfeya xwe nekir. Îran û Rûsyayê di sehayê de rewş guherandin. Niha meseleya esas ku divê em li serê kûr bibin agirbes û parastina jiyana însanan e."
Di 47emîn Forûma Aboriya Cîhanî ya li Davosa Swîsreyê de Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, di panêla bi navê "Sûriye û Iraq: Bidawîanîna Probleman" de axaftinek kir.
Şîmşek der barê civîna paytextê Qazakistanê Astanayê de ku ji bo lihevkirinek di navbera rejima Beşşar Esed û muxalifan de were peydakirin tê lidarxistin got: "Baweriya min ew e ku divê şerê li Sûriyê bidawî were. Lewra ji ber vî şerî bi sedan hezaran kes mirin, piraniya xelkê ji welatê xwe derket. Li Sûriyê karesateke mezin a însanî tê dîtin."
- "Hêviyeke mezin ji Civîna Astanayê heye"
Şîmşek diyar kir ku Tirkiye ji serî ve xwestiye ku der barê rewşa Sûriyê de tiştin bêne kirin û wiha dewam kir:
"Hêviyeke mezin ji Civîna Astanayê heye. Bi rastî em dikarin lihevkirineke mayinde û berdewam pêk bînin. Li Astanayê dê hemû lîstikvan li ser maseyê bin. Rûsya, Îran, Tirkiye dê li maseyê bin. Emrîka hat dawetkirin. Hemî lîstikvanên herêmî û gerdûnî dê li ser maseyê bin. Di vê pêvajoyê de bendewariya lihevkirineke mayînde li gor hevdîtinên berê zêdetir e. Dibe ku li Astanayê pêşniyarên pratîk û çareserî hebin. Hêviyeke mezin heye."
Şîmşek bibîr anî ku Tirkiye li Sûriyê di têkoşîna li dijî terorê de bi Rûsyayê re hevkariyê dike, Emrîka û muttefiqên wê piştgiriyê didine têkoşîna dijî terorê, Tirkiye herwiha li herêmê li dijî PKKê û berdewamiya wê PYDê şer dike ku di lîsteya terorê ya Ewrûpa, Emrîka û NYê de ye.
- "Me tu carî xayintî bi xelkê Sûriyê re nekiriye"
Şîmşek anî ziman ku ew dixwazin berî her tiştî karesat û êşa li Sûriyê bidawî bînin û got:
"Armanca me ya serekî pêkanîna aştiyê ye û kontrolkirina çalakiyên terorê ye. Dibe ku Astana vê pêvajoyê bide destpêkirin. Sekinîna pevçûnê û pêkanîna agirbesa mayînde xwedî ehemmiyeteke krîtik e. Piştre li hevkirina di şer de... Pêvajoyeke tevlihev e lê divê ji nû de were destpêkirin.
Pêşî em zelal bikin; Me tu carî xayintî bi xelkê Sûriyê re nekiriye. Me cudatî nexist nava wan û me himêza xwe ji hemûyan re vekir. Loma Tirkiye di dinyayê xwe xwedî penaberên herî zêde ye. Me heta niha bo penaberan 25 milyar dolar xerc kiriye. Ev însan ji bo sax bimînin ji welatê xwe derketin. Divê em li wan xwedî derkevin."
Şîmşek destnîşan kir ku 800-900 hezar penaberên zarok ên ku divê perwerdeyê bibînin hene û dewam kir: "Eger ev zarok perwerdeyê negirin û xwedî hêviyeke geş nebin dinya nabe cihekî ewle. Ewlehiya Ewrûpayê ne li sînorê Ewrûpayê, li Rojhilata Navîn destpê dike."
Şîmşek li ser pirseke der barê Esed de jî got:
"Sedemê trajediya Sûriyê Esed e. Qebûlkirina çareseriyeke ew di nav de be ne mumkin e. Emrîkayê wezîfeya xwe nekir. Îran û Rûsyayê di sehayê de rewş guherandin. Niha meseleya esas ku divê em li serê kûr bibin agirbes û parastina jiyana însanan e."