Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hat bidestxistin, Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanê bibe plan dike ku biçe bajaroka Davosê.
Davutoglu dê bi wesfê Serokê Heyamê yê G20ê beşaderî lûtkeyê bibe. Tê payîn ku Serokwezîr Davutoglu di çarçoveya lûtkeyê de di rûniştina ku dê 24ê kanûna paşîn bê lidarxistin de wek tekane axiver, xitabî beşdarvanan bike.
Tirkiyeyê di heyama Serokwezîriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de, bi gotina "Davos ji bo min qediya" "Lûtkeya Davosê" terikandibû û lûtke li Tirkiye bi gotina Erdogan a wekî "One mînute" tê bibîranîn. Ji sla 2009an heta niha cara ewil dê di asta Serokwezîriyê de nûnerê Tirkiyeyê biçe Davosê.
Hat ragihandin ku plana Davutoglu heye ku di 11-12ê kanûna paşîn de dê Almanyayê, 19-20ê kanûna paşîn de jî Îngilistanê ziyaret bike û lê ev bernameya ziyaretê hêj tam diyar nebûye.