İbrahim Erikan
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ADANA
Li Edeneyê Hasan Aslanê 70 salî di 12 saliya xwe da bi malbata xwe ra dest bi karê pembû kiriye û piştî wefata bavê wî ax jê ra mane û ev bû 58 salî ku nikare dev ji "zêrê spî" berde.
Aslan li navçeya Karataşê, taxa Bahçeyê li ser axa bibereket Çukurovayê ku ji bavê wî maye, pîşeyê xwe yê cotkariyê didomîne.
Aslan piştî ku dibistana seretayî kuta kiriye bi bavê xwe ra di dewra ku cotê ga dihat xebitandin û pembû bi desta dihat berhevkirin da dest bi cotkariyê kir û nêzî nîv esrê ye hê her sal "zêrê spî" diçîne.
Aslan dema ku di 40 pile germê, nav mêş û mixikan da bi desta berhevkirina pembûyan jî dîtiye û paşê dewra makîneyê hatiye. Aslan îsal jî li ser nêzî 100 donimî pembû daniye û rakirina pembûyê wî dewam dike.
Hasan Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî di 12 saliya xwe da dest bi cotkariyê kiriye û wan salan ji ber nebûna traktorê ga dihatin xebitandin.
Aslan diyar kir, piştî ku traktor derketin kar hêsan bû û wiha dewam kir:
"Ji 55 salan zêdetir e ku ez cotkariyê dikim. Em gubra pembû davêjin, dendikên wan tînin, bi rastî jî mesrefa wê pir zêde ye. Ji 15ê adarê şûnda em vî pembûyî diçînin, heke baran zêde bibare, em di nîsanê da diçînin. Ez herî zêde ji karê pembû hez dikim. Ji roja ku min dest cotkariyê kiriye û heta niha ez ji pembû pir hez dikim. Ji ber ku 'zêrê spî' ye, loma. Bi rastî jî ya ku cotkaran rizgar dike, ev pembû ye. Heke em piştgiriya prîmê hilnedin, pembû têra mesrefa xwe nake, lê em piştgiriya prîmê hildidin. Bi rastî jî zehmeta pembû jî zêde ye. Tê çandin, tê cotkirin, dermanê wî heye, bi tevir va gîhayê dorê tê paqijkirin. Weke zarokekî virnî karê xwedîkirina wî heye."
Aslan ji bo piştgiriya prîmê spasiya Serok Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî û rayedarên din kir.