İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê diyar kir ku îxracata Tirkiyeyê di meha îlonê da ji sedî 22,6 zêde bû û derket 14,5 milyar dolarî û wiha dewam kir: "Di dîrokê da ev rêjeya herî zêde a meha îlonê ye. Îxracata me ya salê derket 165,1 milyar dolarî û rekoreke dîrokî şikand."
Wezîr Pekcan bi Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Cahît Turhan û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ra beşdarî Merasima Oxirkirinê ya Trena Perwerde û Danasînê ya Koperatîfa Civakî bûn.
Pekcan di merasimê da axivî û reqamên bazirganiya dereke ya meha îlonê eşkere kirin û got ku Tirkiye bi hemleya xwe ya îxracatê va di rêya xwe da dewam dike.
Pekcanê diyar kir ku her çend li dinyayê rewşa xweparstinê heye û şerên bazirganiyê dest pê kiribe jî îxracata Tirkiyeyê ya meha îlonê ji sedî 22,6 zêde bû û derket 14,5 milyar dolarî û ev di heman demê da reqama herî zêde ya îxracata meha îlonê ya dîrokî ye.
Pekcanê got ku Îxracata salê jî derket 165,1 milyar dolarî û rekoreke dîrokî şikand û wiha dewam kir:
"Di meha îlonê da îdxalata me ji sedî 18,1 kêm bû û bû 16,4 milyar dolarî, bi vî hawî rêjeya bergîdana îxracat îdxalatê ji sedî 88,4 pêk hat. Ev di nav 9 salên dawîn da asta herî bilind e. Li pêşiya me 3 meh man. Me hedefa xwe ya îxracatê wek 170 milyar dolar revîze kiribû, înşellah em ê bigihêjin vê reqamê."