Aborî

Başûrê Rojhilatê di 6 mehan da bihayê milyarek dolarî dexl û den û beqliyat îxrac kir

İbrahim Atmaca  | 09.07.2020 - Rojanekırın : 10.07.2020
Başûrê Rojhilatê di 6 mehan da bihayê milyarek dolarî dexl û den û beqliyat îxrac kir

Gaziantep

 Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Yekîtiya Îxracatkarên Dexl û Den Beqliyat Tovên Rûnî û Berên Wan a Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) Mahsum Altunkaya diyar kir, wan di nîveka sala îsal da bihayê milyarek û 29 milyon dolarî dexl û den û beqliyat îxrac kir.

Li gor daxuyaniya ku ji GAÎBê hat dayîn, civîna lijneya rêvebirinê ya Yekîtiyê bi serokatiya Altunkaya û beşdariya nûnerên sektorê va hat kirin.

Di daxuyaniyê da cih dan gotinên Altunkaya û wî got ku di hezîrana îxracata dexl û den û beqliyatê ya Başûrê Rojhilatê li gor heman dema 2019an ji sedî 78 zêde bû û derket 183 milyon û 175 hezar dolarî.

Altunkaya diyar kir, ji herêmê îxracata ku di 6 mehên ewil ên salê da hat kirin, li gor heman heyama par ji sedî 10,2 zêde bû û derket milyarek û 29 milyon dolarî.

Altunkaya destnîşan kir ku di nîveka ewl a salê da ji 153 welatî ra îxracat hat kirin, herî zêde îxracat ji welatên Rojhilata Navîn ra hat kirin û jê 531 milyon û 319 hezar dolar hat.

Altunkaya wiha got:

"Di îxracatên welatan da bi bihayê 345 milyon û 458 hezar dolarî va Iraq di rêza yekem da ye. Herî zêde miqarme hat îxrackirin û jê 264 milyon û 10 hezar dolar hat. Di rêza duyem da jî bi bihayê 175 milyon û 761 hezar dolarî va rûnên nebatî tê."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.