İbrahim Atmaca
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di îlonê da ji sedî 6,30, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 10,88 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 24,52, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 46,15.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha îlonê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 13,75, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 21,36 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 6,30, YÎ-UFE ji sedî 10,88 zêde bû.
TUFE di meha îlonê da li gor berfanbara par ji sedî 19,37, li gor heman meha par jî ji sedî 24,52 zêde bû. YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2017an ji sedî 38,96, li gor tebaxa par jî ji sedî 46,15 zêde bû.
Ji bo meha îlonê nîvenda bendewariya enflasyonê ya Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Bendewariya Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, ji sedî 3,46 bû. Li gor vê nîvendê ji sedî 17,90 enflasyona tebaxê wê derketa ji sedî 21,19an.
Ekonomîst li bendê bûn ku di dawiya 2018an da enflasyon bibe ji sedî 21,84.