Aborî

Ji Adiyemanê hemleya bahîvê

Li Adiyemanê hilberîna bahîvan her ku diçe zêde dibe û qada baxçeyên bahîvan di 6 salan da 20 qat zêde bû

Elif Orhan  | 10.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
Ji Adiyemanê hemleya bahîvê

Adıyaman

Li Adiyemanê qada hilberîna bahîvan a ku di sala 2013an da 3 hezar û 500 dekar bû bi saya plana çalakiyê ya ku van salên axiriyê hat tetbîqkirin derket 70 hezar dekarî.

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Adil Alan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku vê sezonê kava ewil a bahîvan kirin.

Alan qise kir ku li Adiyamenê jimara darbahîvan her ku diçe zêde dibe û wiha axivî:

"Em îro va gihaştin qadeke 70 hezar dekarî. Armanca me ew e ku em di sedsala 100emîn a Komarê da bigihên 100 hezar dekar qada bahîvan. Em ji bo vê armancê xebatên xwe didomînin. Me par di bahîvan da 11 hezar û 700 ton rekolte bi dest xist. Îsal li gor par kêmtir e lê ji ber ku îsal hin darên me yên ku cara ewil me jê ber sitand hene em ê hewl bidin ku wê ferqê kêm bikin. Em li benda 9 hezar ton rekolteyê ne."

- Hilberînerên bahîvan dawet kirin

Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Îpekyoluyê Burhan Akyilmaz jî diyar kir ku li Adiyemanê çandinî pêş ketiye.

Akyilmaz got ji bo ku bahîv wek berhemeke endustriyel cureyên wê bên zêdekirin xebatên xwe didomînin û wiha axivî:

"Ez pêşniyaz dikim ku hilberîner û miteşebis ji bo bahîvan li Adiyemanê veberhênanê bikin. Em jî wek ajans di xebatên xwe yên piştgiriya veberhênanê û nasandinê da hemû hilberînerên dixwazin li herêma me veberhênanê bikin dawetî Adiyemanê dikin. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın