Aborî

"Me bi Amerîkayê ra sektorên herî girîng destnîşan kirin"

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir bi Wilbur Rossê Wezîrê Ticaretê yê Amerîkayê ra sektorên mîna tekstîl, mobîlya, mermer, otomotîv, rêhewaya sivîl, çîmento û kîmyayê wek sektorên herî girîng destnîşan kirine.

Nihat Kavşut  | 10.09.2019 - Rojanekırın : 11.09.2019
"Me bi Amerîkayê ra sektorên herî girîng destnîşan kirin"

Ankara

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir bi Wilbur Rossê Wezîrê Ticaretê yê Amerîkayê ra sektorên mîna tekstîl, mobîlya, mermer, otomotîv, rêhewaya sivîl, çîmento û kîmyayê wek sektorên herî girîng destnîşan kirine.

Pekcanê bi Wilbur Rossê Wezîrê Ticaretê yê Amerîkayê ra daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Wezîra Ticaretê Pekcanê destnîşan kir bi Ross ra sektorên mîna tekstîl, mobîlya, mermer, otomotîv, rêhewaya sivîl, çîmento û kîmyayê wek sektorên herî girîng destnîşan kirine.

Pekcanê diyar kir bi Amerîkayê ra di sektora hesin û polayê da astengiyên derdikevin ber Tirkiyeyê, encamên derxistina Tirkiyeyê ya ji Pargala Preferansên Berfireh (GSP) û tevdîrên wê di sektora otomobîlan da bên sepandin gotûbêj kirine û wiha got: "Me pêşniyaz û daxwazên xwe ji terefê Amerîkayê ra gotin. Me xwest ku bi taybetî wek SEC 232 mîna hin dewletan welatê me jî ji baca gumrukê muef be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.