Di lîsteya deyndarên bacê da deynê 100ê ewil 44,3 milyar lire ye
Serokatiya Îdareya Dahatê ragihand 47 hezar û 32 kes û sazî her yek ji milyonek lireyî zêdetir deyndarê bacê ye û deynê 100 kes û saziyên ku di lîsteyê da di rêza ewil da ne 44,3 milyar lire ye
Ankara
Serokatiya Îdareya Dahatê li ser malpera xwe daxuyanî da û destnîşan kir heta 30 Hezîranê deynê bacê yê mukellefan ji milyonek lireyê zêdetir e.
Hat ragihandin 47 hezar û 32 kes û sazî her yek ji milyonek lireyî zêdetir deyndarê bacê ye.
Hat diyarkirin deynê bacê yê 100 kes û saziyên ku di lîsteyê da di rêza ewil da ne 44,3 milyar lire ye.
Di rêza ewil ya lîsteyê da jî bi milyarek û 462 milyon û 244 hezar û 129 lireyî Nursan Metalurjî Endustrî A.Ş. heye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.