Zeynep Rakipoğlu,Sefa Mutlu
07 Tebax 2022•Rojanekirin: 07 Tebax 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Newala Agahzaniyê ya Gebzeyê ji bo ceribandinê prototîpa herî dawî ya Toggê ajot.
Serokomar Erdogan piştî "Merasima Xelatdayîna Kesên Nirxê Didin Kocaeliya Navenda Pîşesazî û Teknolojiyê" ya ku li Newala Agahzaniyê ya Gebzeyê beşdar bûyê ji bo ceribandinê Togga otomobîla Tirkiyeyê ku test û ajotinên ceribandina wê didomin ajot.
Serokomar Erdogan der barê ajotina ceribandinê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirin kir û got ku "Di rêyên welatê me yê bihûşt da...Xwemalî û neteweyî..."
Erdogan di parvekirinê da cî da wêneyên xwe yên ku di dema ajotina ceribandinê da hatine kişandin.