Haydar Şahin
12 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Salvegera 100î ya avakirinê heyeta di seroktiya Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) da qebûl kir.
Qebûla li Kuliyeya Serokmariyê saetek û 15 deqîqeyan dewam kir.
Serokomar Erdogan heyeta Ajansa Anadoluyê qebûl kir
Serokomar Erdogan di qebûlê da Salvegera 100î ya AAyê pîroz kir, bal kişand ser mijarên kurewî û qala tesîra parvekirina rastiyan a medyayê kir.
Bi Kazanci ra Muhammet Salîh Demirkanê Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê, ji endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Turker Pîrtînî, Bahadir Saraçgîl, Şaban Kizildag, Metîn Mutanogluyê Alîkarê Midûrê Giştî û Midûrê Weşana Giştî, Mustafa Ozkayayê Alîkarê Midûrê Giştî jî di qebûlê da cî girtin.
Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê, Hasan Doganê Midûrê Katibiya Taybet a Serokomariyê, Mehmet Zahîd Sobaciyê Alîkarê Serokê Ragihandinê jî di qebûlê da amade bûn.

Lijneya Rêvebiriya AAyê ji ber salvegera 100emîn a Ajansa Anadoluyê çû ziyareta Anitkabîrê
Heyeta bi serokatiya Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci ra ji ber salvegera 100emîn a Ajansa Anadoluyê çû ziyareta Anitkabîrê.
Kazanci, Cigirserokê Lijneya Rêvebiriyê Muhammet Salih Demirkan, endamên Lijneya Rêvebiriyê Alî Turker Pîrtînî, Bahadir Saraçgîl, Şaban Kizildag, Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, Alîkarê Midûrê Giştî Mustafa Ozkaya û heyeteke ku ji rêvebirên weşanê pêk tê hatin mozoleya Ataturk.
Şenol Kazanci çelengeke ku ji kulîlkên mêxikê pêk tê ya rengê wê spî û sor e û li ser "Ajansa Anadoluyê" nivîsî danî ser mozoleyê.
Piştî vê rêz li ber Ataturk hat girtin, wêne û dîmen hatin kişandin û heyet derbasî Quleya Mîsakimîlliyê bû.
Kazanci Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir û li ser wiha nivîsî: "Pêşengê Mezin Ataturk. Ajansa Anadoluyê ya ji bo ku hûn têkoşîna Şerê me yê Rizgariyê ya destankî bigîhinin dinyayê we di 1920î da ava kir 100 salî ye. AAya ku di heyama Têkoşîna Neteweyî da li bin wî agirî dest bi rêwitiya xwe kiribû îro wek 'Ajansa Nûçeyan a Global ya Tirkiyeyê' dixebite. Ajansa Anadoluyê ya ku li hundirê welêt 86 û li dervayî welêt jî 41 navendan ofîsên wê heye ne tenê dengê Anadoluyê dengê erdnigariyên mezlûm jî bi 13 zimanan digihîne dinyayê û ewê vê wezîfeya ku sedsalek berê ji gel hildabû heta Komara Tirkiyeyê hebe wê bidomîne. Bi vê vesîleyê em hemû şehîdên xwe yên ku çûne ebediyetê bi rehmetê bi bîr tînin."