İbrahim Atmaca
30 Mijdar 2020•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2020
Wêneyên bûyerên girîng ên sala 2020î ku nûçegihanên Ajansa Anadoluyê kişandine, wê sibê ji saet 09.00î pê va seba dengdayînê werin pêşkêşkirin.
Di encama dengdayînê da ew ê ji nav wêneyên nûçegihanên AAyê kişandine di 3 kategoriyan da "Wêneyên Salê" werin bijartin.
Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku AAyê di sala 2012an da dabû destpêkirin îsal jî ew ê di 3 kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "sporê" da ji nav zêdetirî 750 hezar wêneyên li Tirkiye, Çîn, Şîlî, Lubnan, Îran, Sûriye, Yewnanistan, Îskoçya, Rûsya, Amerîka, Fransa, Lîbya, Hindistan, Kolombiya, Filistîn, Azerbeycan, Iraq, Bosna Hersek, Filipîn, Erebistana Siûdî, Tayland û Brezilya û gelek ciyên dinyayê hatine kişandin, 76 wêneyên bijarte hatin neqandin û wê bi jêrenivîsên wan ên Tirkî û Îngilizî va seba dengdayînê werin pêşkêşkirin.
Her sal Serkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, wezîr, siyasetmedar, burokrat, werzişvan û gelek hunermend beşdarî dengdayîna pêşbaziya "Wêneyên Salê" dibin. Îsal di kategoriya nûçeyan da 31, ya jiyanê da 30 û ya sporê da jî 15 wêne ji bo bijartinê cî digrin.
Di nav wêneyên ku edîtorên AAyê bijartine da wêneyên ku bi destê medyaya dinyayê zêde hatine bikaranîn yên wekî siyaset, spor û jiyanê jî hene.
Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku par 279 hezar kes beşdar bibûnê ew ê îsal jî li ser navnîşanên înternetê yên aa.com.tr/yilinfotograflari û aa.com.tr/photooftheyear were kirin û hetanî 31ê berfanbarê dewam bike.