Önder Beyter
01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2020
Ajansa Anadoluyê (AA) wêneyên bûyerên girîng ên sala 2020î ji dengdayînê ra pêşkêş kirin.
Di encama dengdayînê da ew ê ji nav wêneyên nûçegihanên AAyê kişandine di 3 kategoriyan da "Wêneyên Salê" werin bijartin.
Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku AAyê di sala 2012an da dabû destpêkirin îsal jî ew ê di 3 kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "sporê" da ji nav zêdetirî 750 hezar wêneyên li Tirkiye, Çîn, Şîlî, Lubnan, Îran, Sûriye, Yewnanistan, Îskoçya, Rûsya, Amerîka, Fransa, Lîbya, Hindistan, Kolombiya, Filistîn, Azerbeycan, Iraq, Bosna Hersek, Filipîn, Erebistana Siûdî, Tayland û Brezilya û gelek ciyên dinyayê hatine kişandin, 76 wêneyên bijarte hatin neqandin û bi jêrenivîsên wan ên Tirkî û Îngilizî seba dengdayînê hatin pêşkêşkirin.
Îsal di kategoriya nûçeyan da 31, ya jiyanê da 30 û ya sporê da jî 15 wêne ji bo bijartinê cî digrin.
Di nav wêneyên ku edîtorên AAyê bijartine da wêneyên ku bi destê medyaya dinyayê zêde hatine bikaranîn yên wekî siyaset, spor û jiyanê jî hene.
Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku par 279 hezar kes beşdar bibûnê ew ê îsal jî li ser navnîşanên înternetê yên aa.com.tr/yilinfotograflari û aa.com.tr/photooftheyear were kirin û hetanî 31ê berfanbarê dewam bike.