ANAKARA
Destpêkirina weşana kurdî ya Ajansa Anadoluyê ya ku 1ê îlonê de dest pê kir ji hêla raya giştî ve bi kêfxweşî hat nirxandin. Nivîskar û lêkolîner Fehîm Işik li ser weşanên Ajansa Anadoluyê yên bi kurmancî û soranî axivî û wiha got: "Îro weşangeriyeke kurdî bi destê dewletê dest pê kiriye. Ev pêngaveke girîng e."
Işik ragihand ku dewlet dikare der barê destûr, rêz û rêzikan de weşanan bike, lê di dewletên pêşkeşî û demokratik de hewce nake ku dewlet bi vî rengî nûçegîhanî yan jî weşangeriyê bike û wiha axivî: "Bi raya min di dewletên pêşkeşî û demokratik de hewce nake ku dewlet bi vî rengî nûçegîhanî yan jî weşangeriyê bike. Çimkî axir tu bi vî awayî lê binihêrî weşangerî girêdayî dewletê ye û wê berjewendiyên dewletê biparêze. Yanî ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo hemû dewletên din bi vî rengî ye. Lê gava ku mirov Tirkiyê binihêre zimanê kurdî bi dehan salan e li Tirkiyê hatiye înkarkirin. Îro li Tirkiyê weşangeriyeke kurdî bi destê dewletê dest pê kiriye. Ev pêngaveke girîng e. Mirov nikare ku bibêje ev tişt ne baş e."
Işik diyar kir ku li Tirkiyê ji sala 2009an û vir ve bi weşana TRT Şeşê weşangeriya kurdî, ya fermî dest pê kiriye û niha jî bi weşana Ajansa Anadoluyê ev pêvajo didome û wiha got:
"Li Tirkiyê qedexeyên li ser kurdî divê ji holê rabin. Beriya her tiştî jî di perwerdeya zimanê zikmakî de. Dema hûn lê dinihêrin ev tiştê ku pêwîstî bi teblîxatê heye, pêwîstî bi nêrîna dewletê ya li rayê belavkirinê heye. Lê gava ku tu warê perwerdeyê dinihêrî gav pir rehet nayên avêtin. Wek misal sala çûyî pêngaveke nû hate avêtin ku bila zarokên kurd di heftê de du saetan bikaribin bi awayekî bijarte dersen kurdî di dibistanan de bigrin. Gelê kurd ji vê pêngavê xweşhal nebûn. Çima xweşhal nebûn? Ji ber ku însanekî bi wî zimanî xwe diaxive tu ji wî re fêrkirina zimanê kurdî careke din ferz dikî, wek zimanekî biyanî. Lê ya esasî ew e ku kurd karibin bi zimanê xwe perwerde bibin. Yanî ew mafên ku ji bo tirkî çiqas in li vî welatî, her wisa yên ku dixwazin bi hev re bijîn, jiyaneke demokratik bi hev re ava bikin, bi rastî divê wekheviyeke jiyanî jî hebe. Ne tene aliye ziman de, bi her awayî ve. Tabî ev dê pengav pêngav bibin. Ji nişkê ve dernakevin holê."
Işik daxwaz û hêviyên xwe yên ji ajansê jî wiha anî ziman:
"Bi taybet ji aliyê Ajansa Anadoluyê de em bifikirin, mesela hîn caran ez wek mînak didim. Di dema Seddam de li Başûrê Kurdistanê kovareke Zanîngeha Bexdayê bi navê "Korî Zanyarî" derdiket. Niha jî em lê dinêhêrin her çiqas bi deste dewletê bê weşandin jî gelek lêkolînên giranbûha di tê de hebûn. Niha gelek lêkolînerên kurd jê îstifade dikin. Kovareke çandî derdiket bi navê "Rengîn" di dema Saddam de yanî tenê bes berga ewil wêneyekî Saddam lê hebû. Lê dema ku te naveroka wê dinihêrî, ji naveroka hemû kovarên kurdan yên din xurttir bû. Yanî gelek karen hêja jî dihatin çêkirin. Di vî warî de mirov dikare ji wan îstifade bike. Li Tirkiyê bi rastî jî gelek çavkanî di destê dewletê de hene. Niha di arşîvên dewletê de tiştên wisa hene ku bi raya min di arşîva tu kesî de ew tişt tunene. Ji damezrandina komarê bigre heta niha û beriya damezrandina komarê jî arşîva dewleta Osmanî bi hemû awayan ve, di deste dewletê de ye. Saziyên din wisa bi rehetî nikarin bigihêjin wan. Lê ajansa Anadoluyê bi rehetî dikare bigihêje wan. Yanî bi dehan, sedan belkî bi hezaran gelek çavkaniyên ji raya hûnere ve, mûzîkê ve û wêjeyê ve gelek çavkanî di deste dewletê ne. Dikare wan ji nû ve bibîne, derxe holê û wek dewlemendiya vî welatî berhev bike û li raya giştî belav bike. Wek hêvî, wek nivîskarekî kurd, wek însanekî kurd ez vê hêviya xwe di nav xwe de diparêzim. Hêvî dikim ku di vî warî de gavan bavêje."
Fehîm Işik diyar kir ku ew wek nivîskarekî kurd van hêviyên xwe diparêze û axaftina xwe ya der barê weşanên ajansê de jî wiha qedand: "Bi taybet ji aliyê Ajansa Anadoluyê de em bifikirin, hêviya min ew e ku bi rastî jî, nûçegîhaniyeke rast, durist û rêk û pêk, bi rastî jî wek esasên nûçegîhaniyê bike. Her wiha di warê çand, ziman, wêje û hemû warên din yên kurdî de jî xebatên rêk û pêk bike."