ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag bi lêv kir ku Ajansa Anadoluyê bi xebatên xwe yên di salên dawîn de gelek merhele li pişt xwe hiştiye û ji bo weşana kurdî ya AAyê jî got: "Ajans êdî tenê ne ji bo Anadoluyê û herêmê ji bo ku bibe ajansa hemû dinyayê dixebite û gavên pir girîng diavêje. Ez ji ber vê rêveberiya AAyê pîroz dikim."
Bozdag weşanên ku bi zimanên îngilizî, erebî, rûsî û boşnaqî tên kirin jî bi bîr xist û diyar kir ku vekirina serwîsa boşnaqî wî bi xwe li Bosna Hersekê kiriye û wiha dewam kir: "Niha jî damezrandineke ku dê weşana kurdî bike hat ava kirin. Li gor min wateya vê ev e; Ajansa Anadoluyê êdî ajansa dinyê ye. Ji bo ku nûçe rast bigihêjin ber destê mirovan vê xebata Ajansa Anadoluyê gelekî girîng e. Me çend caran bi xwe dît ku der barê hin bûyerên ku qewimîne de nûçeyên ji aliyê ajansên navneteweyî hatine weşandin gel xapandine. Me ev rewş di dema bûyerên Misir, Sûriyê, Bosna û gelek welatên din bi xwe dît. Ji ber vê jî him bûyerên ku li welatên din diqewimin û him jî bûyerên ku li Tirkiyê pêk tên dema ku Ajansa Anadoluyê bi zimanên din berhev dike û bi zimanên cuda jî diweşîne him ji bo me û him jî ji bo welatê me gelekî girîng e. Ev jî nîşan dide ku ajansên din dê bibêjin di vê qadê de em bi tenê nînin Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê jî heye. Em xeletiyan nekin û nûçe çawa ne em wisa bidin. Ji ber vê jî divê em di weşandin û gihandina xeberê de zêdetir bi baldar bin. Ev jî nîşan dide ew ajansên ku weşana navneteweyî dikin dê bi baldartir bin û dinya jî dê agahiyên rasttir hîn bibe. Weşana kurdî ji bo ew kesên ku bi zimanê kurdî diaxivin û nûçeyan bi kurdî dixwînin gelekî baş e."