ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag diyar kir ku hilbijartina endamên Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) li ber çavê welatiyan hat kirin û wiha axivî: "Ev tayînkirin qanûnî, meşrû û rast e. Birêz Kiliçdaroglu dema ku li pirdengî û payebilindiya meşruiyeta demokratîk a vê derê binihêre ew ê bi xwe jî bibîne ku rexneyên wî neheq in."
Bozdag di Civîna Lijneya Giştî ya LBDDyê de bi endamên ku teze hatin hilbijartin ve hat bal hev.
Bozdag beriya civînê daxuyanî da nûçegihanan û destnîşan kir ku hilbijatina endamên HSYKyê bi destê dadger û dozgerên edlî û îdarî, Akademiya Dadê, Şuraya Dewletê, Dadgeha Bilind ve hat kirin û paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî 4 endam hilbijart.
Bozdag eşkere kir ku bi vî awayî hemû endamên lijneyê temam bûn û wiha axivî: "Di encama hilbijatinên hatin kirin de lijneyeke ku pirdengî û payebilindiya meşruiyeta wê ya demokratîk heye hat avakirin. Endamên lijneyê duh hatin HSYKyê û xwe qeyd kirin. Îro jî bi civîneke derasayî ve kîjan endamê lijneyê wê di kîjan saziyê de bixebite, kîjan endamê bibin serok û cîgirserokên kîjan daîreyê yê bê bijartin. Li gor qanûnan dibê ev karan bên kirin. Îroj civîna ewil tê kirin. Îro di vê civîna ewil de karên hilbijartinê li gor qanûnan yê bên temamkirin."