Bozdag Ofîsa Brukselê ya AAyê ziyaret kir û li wir bersiva pirsan da. Bozdag got ku "Îro di hin rojnameyan de nûçeyên ku dibêjin Wekîlê Serokê Koma BDPê Birêz Balûken nameyeke ji Qendîlê daye min, hene. Ev xeber rast nînin. Tiştekî wisa tuneye."
Bozdag diyar kir ku bi Balûken û wekîlên serokên komên din re hem li parlementoyê, hem jî di hevdîtinên rûbirû de li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê, pêvajoya çareseriyê û mijarên din diaxivin. Bozdag got ku heta niha diyalogên wan gelekî bi kêr derbas bûn, ji niha pê de jî dê vê diyalogê berdewam bikin.
Bozdag wiha axivî: "Ez nizanim ku bi çi niyetê nivîsandine, lê îro di gelek rojnameyan de nûçeyên wekî ku min ev name girtiye û biriye daye cihekî din, hebû. Ji ser Wezareta Edaletê re miemeleyeke wiha nehatiye kirin. Ji ser Wezîr re jî tiştek wiha nehatiye kirin."